• Sunday, 08 February 2026
logo

Malbatên qurbaniyên Amûdê 3 merc danîn pêşiya YPGê

Malbatên qurbaniyên Amûdê 3 merc danîn pêşiya YPGê
Malbatên qurbaniyên bûyera Amûdê ya sala 2013an ku di encamê de hejmareke xelkê sivîl hatibûn kuştin, 3 mercan danîn pêşiya Yekîneyên Parastina Gel (YPG).

Piştî ku îro Fermandariya Giştî ya YPGê derbarê bûyera Amûdê ya sala 2013an de daxuyaniyek da û têde ragihand ku “ew lêborîna xwe radigihînin û amade ne tezmînata manewî û madî ji malbatên şehîdên bajarê Amûdê re pêşkêş bikin” malbatên wan qurbaniyan jî mercên xwe diyar kirin.

Malbatên qurbaniyan dibêjin ku “ew ji destpêkê ve, di wê baweriyê de ne ku ew ne bûyereke derbasbûyî bû, ne jî kiryareke takekesî bû, lê belê komployeke pîlankirî bû û bi biryareke siyasî bû ji bo têkdana tevgera şoreşgêr a Kurdî û dirustkirina fitneyeke Kurdî, ku mixabin, bi destine Kurdî hate encamdan.”

Di daxuyaniya malbatan de hate gotin ku soza wan ew bû ku ew nebin sedema ti fitneyekê û ew di vê yekê de biser ketin.

Malbat diyar dikin daxwaza wan ew bû ku komîteyeke Kurdî bê damezrandin ji bo diyarkirina rewşê û sizadana her kesê gunehkar û tawankar û dibêjin: “Me ev yek jî bi awayekî nivîskî ji bo nerîna giştî ragihand û me ew di meha heftem de, piştî tawanê, radestî xwediyên destpêşxeriyên lihevhatinê kir.”

Di berdewamiya daxuyaniyê de tê gotin: “Va em di bîranîna heftem de ne, em ji we re radigihînin ku berî çend heftiyan destpêşxeriyeke cidî ji bo lihevkirinê hate nîşandan a dawî jê erênî bû, ku tê de mikurhatineke eşkere ji aliyê YPGê ve ew tawan hate kirin û Fermandariya Giştî ya YPGê amade ye bi hemû tiştên pêkane rabe ji bo çareserkirina vê birînê.”

Malbat dibêjin ku ew bersiva ew e ku Rêvebeirya Xweser xwediya desthilatê ye li navçeyê û desteya wê ya dadwerî û serdozgeriya wê hene, êdî ji erkê wê ye bi van karên jêrîn rabe:

“Yekemîn; dadgehkirin û sizadana serkirdeyên siyasî yên PYDê yên wê demê, ku biryar dan. Duyem; dadgehkirin û sizadana fermandarên leşkerî yên YPGê yên wê demê ew tawan cîbicî kir. Sêyem; daxwaza lêborîneke fermî û eşkere di saziyên ragihandinê yên (xwendî-dihîstî-dîtî) de, ji xelkê Amûdê bi giştî û ji kesûkarên şehîdan bi taybetî.”

Malbatên qurbaniyan destnîşan dikin ku eger ev mercan wan were bicihkirin, êdî lihevkirin dê pêk bê, ji ber ku eger her kesekî şaştî kiribe û her tawankarek bigihêje sizaya xwe, êdî dê xwediyê maf bigihêje mefê xwe û pêwîstiya pirsê bi merasîman jî nîne.

Di 27ê meha 6an a sala 2013an de, hejmarek ji çalakvanan li bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê ji bo azadkirina çend girtiyên siyasî dest bi girevekê kiribûn, lê alozî di navbera wan û hêzên Asayişa Rêveberiya Xweser de derketibû, û di encamê de 6 kes hatibûn kuştin.

Rudaw
Top