• Sunday, 08 February 2026
logo

Fermandeya opeasyonên Hevpişkên Îraqê: çekdarên girtî yên şeva burî nehatine azadkirin

Fermandeya opeasyonên Hevpişkên Îraqê: çekdarên girtî yên şeva burî nehatine azadkirin
Fermandeya opeasyonên Hevpişkên Îraqê radigehîne, heya niha ti daxwazkirîyek ji çekdarên şeva burî hatibûn girtin, nehatine azadkirin.

Fermandeya opeasyonên Hevpişkên Îraqê di ragehandinekê de, aşekera kir, li ser fermana dadwerê hêzên dije teror a Îraqî çend çekdarên ser bi Îranê ve li başûrê Bexdayê gitine û heya niha ew çekdarên girtî nehatine azadkirin.

Şeva burî, hêzên dije terorê hêriş kirin ser baregeheka Ketayîb Hizbûllah a Îraqî û çend çekdar desteserkiribûn; dûv re dengo hebûn ku hinek ji wan çekdaran hatine azadkirin, lê fermandeya operasyonên Îraqê, nûçeya azadkirina wan red kir.

K24
Top