PJAK dibêje li Kunemasî endamên wan bûne armanc
Meclîsa PJAKê derbarê bombebarana Tirkiyê ya li ser Seyrangeha Kunemasî ya li Şarbajêr a Silêmaniyê de daxuyaniyek nivîskî weşand û têde ragihand, ku di êrîşê de endamên wan hatine hedefgirtin.
PJAK di daxuyaniya xwe de dibêje: “ Roja 25ê Hezîranê saet di 17.00an de li Seyrangeha Kunemasî ya girêdayî Şarbajêr a Silêmaniyê komek hevalên me dema ji ser erka xwe vedigeriyan, bûne hedefa balafirên şer û sîxûriyê yên dewleta faşîst a Tirk. Di encama vê êrîşê de hinek welatiyên Başûrê Kurdistanê ku ji bo seyranê hatibûn wir jî, bûn hedef. Her wiha ziyanek mezin a madî gihîşt xelkê vê herêmê.”
Meclîsa PJAKê êrîşa duh a li ser Seyrangeha Kunemasî wek “êrîşeke hovane” bi nav dike û diyar dike, ku di encama êrîşê de endamekî wan jiyana xwe ji dest daye û 3 endamên wan jî birîndar bûne.
Di beşeke din a daxuyaniyê de, PJAK êrîşê şermezar dike û ji birîndaran re hêviya şîfayê dixwaze û destnîşan dike: “Emê di demeke nêz de têkildarî bûyerê zanyariyên berfirehtir bi raya giştî re parve bikin.”
PJAK partiyekî ser bi PKKê ve ye, ku di sala 2003an de hatiye avakirin û weke xwe dibêje, çarçove û sînorê xebata wê Rojhilatê Kurdistanê ye.
Roja bihorî 26ê Hezîranê di encama êrîşeke esmanî ya Tirkiyê de bo ser Seyrangeha Kunemasî li Şarbajêr a Silêmaniyê, kesekî jiyana xwe ji dest dabû û 6 welatiyên sivîl jî birîndar bûbûn.
Artêşa Tirkiyê di 15ê vê mehê de operasyona Çengê Baz û di 17ê vê mehê de jî operasyona Çengê Piling li dijî PKKê li navçeyên sînorî yên Başûrê Kurdistanê pêk anî.
Piştre hêzên bejayî yên Tirkiyê li devera Heftenînê û li sînorên herdu bajarokên Batûfa û Derkarê yên qezaya Zaxoyê li dijî PKKê dest bi operasyonê kirin, ku heta niha jî berdewam e. Tevî berdewamiya operasyonên bejayî, topxaneya artêşa Tirkiyê jî car caran navçeyên sînorî topbaran dike û balafirên cengî yên wî welatî jî hin deverên li nav axa Başûrê Kurdistanê bombebaran dikin.
Di encama operasyon û êrîşên esmanî yên wê dawiyê yên Tirkiyê de, heta niha hejmarek welatiyên sivîl ên Başûrê Kurdistanê jiyana xwe ji dest dane.
Roja Înê 19ê Hezîranê, ji ber bombebaranên balafirên Tirkiyê de, 5 kes li sînorê Şêladzê û Kanî Masê canê xwe ji dest dan.
Rudaw
