• Friday, 06 March 2026
logo

Serok Barzanî ji bo koça dawî ya Hemîd Mecîd Mûsa peyameke sersaxiyê belav kir

Serok Barzanî ji bo koça dawî ya Hemîd Mecîd Mûsa peyameke sersaxiyê belav kir

Serok Barzanî sersaxî û hevxemiya xwe ji malbat û kesûkarên rehmetî Hemîd Mecîd Mûsa, heval û dostên wî û serokatî û endamên Partiya Komunîst a Iraq û Kurdistanê re şand.

Serok Barzanî îro 28.02.2026, peyameke hevxemiyê belav kir û tê de diyar kir: "Bi mixabiniyeke mezin me nûçeya koça dawî ya siyasetmedar û têkoşerê dêrîn ê Iraqê û Sekreterê berê yê Partiya Komunîst a Iraqê Hemîd Mecîd Mûsa wergirt."

Serok Barzanî got jî: "Hemîd Mecîd Mûsa roleke çalak di xebata gelên Iraqê ya li dijî dîktatorî û zordariyê û ji bo gihîştina bi azadî û demokrasiyê de lîstiye. Ew yek ji wan kesayetiyên siyasî yên Iraqê bû ku her tim hevxem û piştgirê doza rewa ya gelê Kurdistanê bû."

Di peyamê de hat gotin: "Em sersaxiyê ji malbat û kesûkarên rehmetî Hemîd Mecîd Mûsa, heval û dostên wî, serokatî û endamên Partiya Komunîst a Iraq û Kurdistanê re dixwazin û xwe bi hevparê xema wan dizanin."

 

Serok Barzanî herwiha dibêje: "Ji Xwedayê Mezin daxwaz dikim ku giyanê xwedêjêrazî bi bihuşta berîn şad bike û sebir û aramiyê bide hemû aliyan."

 

Basnews

Top