Di êrîşên Îranê yên li ser Îmaratê de 10 kes bûn qurbanî
Berpirsên Îmaratê ragehandin, di êrîşên Îranê yên li ser bajarên Dubeyî û Ebu Dabî de kesek hatiye kuştin û 9 kesên din jî birîndar bûne.
Îro 01.03.2026ê ofîsa ragehandina hikûmeta Dubeyî di tora xwe ya civakî ya X de ragehand, sîstema berevaniya esmanî ya Îmaratê dronekî Îranê xistiye xwarê û parçeyên wê dronê ketiye hewşa du xaniyên bajarê Dubeyî û ji ber wê 2 kes bi sivikî birîndar bûne.
Li gor zanyariyên çapemeniya Îranê ji 209 dronên Îranî, 195 ji wan ji aliyê sîstema berevaniya wî welatî ve hatine xistin.
Balefirgeha Ebu Debî jî di daxuyaniyekî din de amaje bi wê yekê kir ku: '’Di êrîşa ser balefirgeha navnetewî ya Zeyd de, kesekî bi eslê xwe Asyayî hatiye kuştin û 7 kesên din jî birîndar bûne.’’
Basnews
