Huşyar Zêbarî: Êrîşa Tirkiyê pêşhateke gelekî metirsîdar e
Huşyar Zêbarê derbarê derbaskirina sînor û hatina artêşa Tirkiyê nava xaka Herêma Kurdistanê de di twittekê de nivîs: Operasyona Tirkiyê li Herêma Kurdistanê û navçeya Zaxo, pêşhateke jeosiyasî ya gelekî metirsîdar e. Tundiya êrîşê jî cihê nîgeraniyê ye.
Ew endamê Polîtburoya PDKê amaje bi wê dide, daxwaza serkirdeyên Tirkiyê ya zindîkirina daxwaza parêzgeha Mûsilê, zêdetir cihê nîgeraniyê ye.
Artêşa Tirkiyê çend operasyon bi bin navê “bidawîanîna metirsiyên PKKê li Iraqê” dest bi operasyonekê li nava xaka Herêma Kurdistanê kiriye û hêzeke mezin derbasî sînorê parêzgeha Duhokê kiriye.
Herwiha ji ber metirsiyên bombebarana firokeyên Tirkiyê jî, hejmarek ji welatiyên sivîl bûne qurbanî, di dawî êrîş de jî li ser seyrangehe Kune Masî ya li Silêmaniyê, welatiyek şehîd û 6 welatî jî birîndar bûn.
K24
