Êrîşa dijber a Îranê li hember Îsraîlê
Çend çavkaniyekî çapemeniyê bi zimanê artêşa Îsraîlê belav kirin ku ji aliyê Îranê ve wek bertek û êrîşa dijber li hember êrîşên Îsraîlê, gelek mûşek ji aliyê Îranê ve hatine avêtin û naha li hemû aliyekî Îsraîlê zengên agahdariya awarte lê didin.
Berdevkê berê yê artêşa Îsraîlê Avichay Adraee di tora civakî ya Telegramê de ragehand: '’Kêliyek berî naha zenga agahdarkirinê li gelek navçeyên Îsraîlê hat lêdan, ji ber ku çend mûşekek ji Îranê ve ber bi Îsraîlê ve hatine avêtin.’’
Herwaha diyar kir, hêzên esmaniya Îsraîlê hewl didin rû bi rûyê mûşekan û êrîşên Îranê bibin û li hemû navçeyan ew gefên ku hene ji holê rabikin.
Herwaha daxwaz ji hemwelatiyên Îsraîlê kir, pêbendî rênîşaniyên eniya navxwe ya Îsraîlê bibin.
Rudaw
