Li Kerkûkê ji malbatekî kurd 5 kes bi vîrusa koronayê jiyana xwe ji dest dan
Peyamnêrê BasNewsê li Kerkûkê ragehand, di heyama 20 rojên borî de li Kerkûkê 5 endamên malbatekî kurd ji ber vîrusa koronayê jiyana xwe ji dest dan.
Herwaha hat zanîn duh keç û dayîkek ku endamê wê malbatê ne, jiyana xwe ji dest dane û bi wî awayî 5 kesên rûniştvanên taxa Azadî ya Kerkûkê jiyana xwe ji dest dan.
Li bajarê Kerkûkê hejmara pêketiyên vîrusa koronayê heta naha hezar kesan derbas kiriye û hema duh 26.06.2020ê 8 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Rêveberê beşa nexwaşiyên tên veguhestin li fermangeha tenduristiya Kerkûkê Dr. Munzîr Numan ji BasNewsê re ragehand, heta nah ali bajarê Kerkûkê 1043 kes bi vîrusa koronayê ketine û nav wan de 672 kes li nexwaşxaneyê ne û 328 kes baş bûne û herwaha 43 kesên din jî jiyana xwe ji dest dane.
Basnews
