• Tuesday, 05 May 2026
logo

Hatûçûna bazirganî û geştyarî li deriyê sînorî yê Hacî Omeran rawesta

Gulan Media February 28, 2026 Nûçe
Hatûçûna bazirganî û geştyarî li deriyê sînorî yê Hacî Omeran rawesta

Çavkaniyekî di nav deriyê sînorî yê navnetewî yê Hacî Omeran aşkera kir, hemû tevgerekî bazirganî û geştyarî li deriyê sînorî bo demekî nediyar hatiye rawestandin.


Heman çavkaniyê ji BasNewsê re ragehand: '’Naha ji aliyê Îranê ve li aliyê xwe hemû tevgera aborî û bazirganî û hatûçûna bo deriyê sînorî yê Hacî Omeranê rawesta û heta demekî nediyar hatiye rawestandin.’’

Herwaha got: '’Naha bi temamî hatûçûna geştyarî û bazirganî li deriyê sînor rawestaye û nemaye.’’

Îro 28.02.2026ê êrîşeke berfireh ji aliyê Îsraîl û Amerîkayê ve li ser Îranê destpêkir û li hember wê jî Îranê jî gelek mûşek avêtin Îsraîlê û herwaha çend welatekî kendavê.

 

Basnews

Top