• Wednesday, 06 May 2026
logo

Rêveberê Balefirgeha Hewlêrê: Geştên esmanî li hemû Iraqê hatine rawestandin

Gulan Media February 28, 2026 Nûçe
Rêveberê Balefirgeha Hewlêrê: Geştên esmanî li hemû Iraqê hatine rawestandin

Rêveberê Balefirgeha Navnetewî ya Hewlêrê ragehand ku geştên esmanî li temamê Iraqê hatine rawestandin.


Îro 28.02.2026ê Rêveberê Giştî yê Balefirgeha Navnetewî yê Hewlêrê Ehmed Hoşyar ji BasNewsê re ragehand: '’Em hatin agahdar kirin ku ji ber êrîşa Îsraîlê ya li ser Îranê, hemû geştên esmanî li Iraqê hemû hatine rawestandin.

Herwaha got, diyar nîne ku careke din dê geştên esmanî kengî bên vekirin.

Ev yek di demekî de ye ku îro Îsraîlê êrîşa li hember Tehran û giştî Îranê da dest pê kirin.

 

Basnews

Top