• Tuesday, 05 May 2026
logo

Şer dest pê kir, Îsraîl êrişî Îranê dike

Gulan Media February 28, 2026 Nûçe
Şer dest pê kir, Îsraîl êrişî Îranê dike

Îsraîlê beriya niha bi demeke kin êrişî Îranê kir.

Li Tehranê dengê 4 teqînan hat bihîstin.

Îsraîlê bi awayekî fermî jî ragihand ku wan dest bi êrişê kiriye.

Ji nava Tehranê wêne û dîmenên êrişan tên.


Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Yisrael Katz ragihand ku wan li dijî Îranê dest bi "êrişeke rêlibergirtinê" kiriye.

Wezîrê Parastinê Katz eşkere kir ku Îsraîlê li hemberî Îranê dest bi êrişê kiriye.

Li aliyê din, Kanal 12a Îsraîlê ragihand ku li seranserê Îsraîlê dengê sîrenan tê.


Li gorî raporan, Îsraîlê piştî êrişa li ser Îranê ragihand ku wê qada xwe ya asmanî girtiye.

 

Rudaw

Top