• Sunday, 08 February 2026
logo

Wezareta Derve ya Tirkiyê bersiva Serokomariya Iraqê da

Wezareta Derve ya Tirkiyê bersiva Serokomariya Iraqê da
Wezareta Derve ya Tirkiyê bersiva Serokomariya Iraqê da û îddîa kir ku “tohmetên Serokomariya Iraqê bê bingeh in.” Serokomariya Iraqê tekez kiribû, di êrişên Tirkiyê de, "xelkê sivîl bûne qurbanî."

Berdevkê Wezareta Derve ya Tirkiyê Hamî Aksoy daxuyaniyake nivîskî derbarê daxuyaniya Serokomariya Iraqê ya li ser bombebaran û operasyonên Tirkiyê, belav kir.

Di wê daxuyaniyê de hatiye gotin ku ew îddîayên ku tê gotin di dema operasyonên artêşa Tirkiyê de kesên sivîl dibin qurbanî “bê bingeh in” û hatiye îddîakirin ku artêşa Tirkiyê, “bi hestyarî û girîngîpêdana jiyana xelkê sivîl” operasyonan birêve dibe.

Herwiha hatiye gotin ku ew îddîayên di daxuyaniya Serokomariya Iraqê de cih digirin, “propaganda ne bo PKK” û daxwaz hatiye kirin ku Iraq li dijî PKKê hemahengiyê û hevkariyê li gel Tirkiyê bike.

Ofîsa Ragihandinê ya Serokatiya Komara Iraqê îro derbarê operasyon û êrîşên asmanî yên Tirkiyê yên di nava axa Iraqê de daxuyaniyek belav kir û tê de ew êrîş û bombebaran weke binpêkariyeke zelal li ser serweriya Iraqê bi nav kiribû.

Di daxuyaniyê de hatibû gotin, binpêkirina asmanê Iraqê li dijî hemû yasa û rêkeftinên navdewletî ye û li gel bingeha cîrantiya du welatan (Tirkiye û Iraq) nakok e û tekez kiribû, di wan bombebaranan de “xelkê sivîl bûne qurbanî.”

Her îro Fraksyona YNKê li parlamentoya Iraqê têkildarî bombebaranên Tirkiyê bo ser navçeyên Herêma Kurdistanê daxuyaniyek belav kiribû û tê de bi taybet amaje bi bombebrankirina Seyrangeha Kunemasî ya li Şarbajêr a Silêmaniyê kir û ew bombebaran weke binpêkirina serweriya Iraqê bi nav kiribû.

Artêşa Tirkiyê di 15ê vê mehê de operasyona Çengê Baz û di 17ê vê mehê de jî operasyona Çengê Piling li dijî PKKê li navçeyên sînorî yên Başûrê Kurdistanê dabû destpêkirin.

Tevî berdewamiya operasyonên bejayî, topxaneya artêşa Tirkiyê jî car caran navçeyên sînorî topbaran dike û balafirên cengî yên wî welatî jî hin deverên li nav axa Başûrê Kurdistanê bombebaran dikin.

Di encama operasyon û êrîşên esmanî yên wê dawiyê yên Tirkiyê de, heta niha hejmarek welatiyên sivîl ên Başûrê Kurdistanê jiyana xwe ji dest dane.

Roja Înê 19ê Hezîranê, ji ber bombebaranên balafirên Tirkiyê, 5 kes li sînorê Şêladizê û Kanî Masê canê xwe ji dest dan û roja bihorî 26ê Hezîranê jî di encama êrîşeke esmanî ya Tirkiyê de bo ser Seyrangeha Kunemasî li Şarbajêr a Silêmaniyê, jin û zarok jî di nav de hejmarek xelkê sivîl birîndar bûn. Û herwiha li gor daxuyaniya PJAKê di wê êrişê de gerîlayekî wan jî canê xwe ji dest da.

Rudaw
Top