Alîkarê Trump: Em nakevin nav şerekî demdirêj
Alîkarê Serokê Amerîkayê JD Vance ragihand ku her çi qasî vebijêrka êrişa leşkerî ya li ser Îranê li ber destê Donald Trump be jî, "ti şans nîne" ku Amerîka li Rojhilata Navîn bikeve nav şerekî demdirêj.
JD Vance di hevpeyvînekê de li gel rojnameya "Washington Post"ê diyar kir ku Amerîka hîn di mijara destwerdana leşkerî ya li hemberî Îranê de "dudilî" ye.
Vance da zanîn ku ew nizane Donald Trump dê çi biryarê bide çimkî vebijêrkên heyî hem êrişa leşkerî ya ji bo "rêlibergirtina bidestxistina çeka nukleer" û hem jî çareseriya "dîplomatîk" li xwe digirin.
Alîkarê Serokê Amerîkayê daxuyand, eger Trump biryara êrişê bide jî ew dê nebe şerekî demdirêj ê wekî wan şerên ku wî her tim rexne li wan digirtin.
"Derew li me hatin kirin"
JD Vanceyê 41 salî ku berê wekî leşker beşdarî Şerê Îraqê bûye, berê li Senatoya Amerîkayê gotibû ku derbarê sedemên tevlîbûna welatê wî ya Şerê Îraqê "derew li wan hatine kirin."
Vance di hevpeyvînê de got: "Ez bawer im em hemû vebijêrka dîplomasiyê baştir dibînin lê ev yek girêdayî wê ye bê ka Îranî çi dikin û çi dibêjin."
Divê were gotin ku dan û standinên Amerîka û Îranê didomin.
Her wiha Amerîkayê hêza xwe ya herî mezin a asmanî ya du dehsalên borî (piştî Şerê Îraqê yê 2003yan) li Rojhilata Navîn kom kiriye.
Siyaseta "Pêşî Amerîka"
Vance li ser îhtimala guhertina rejîma Îranê, amaje pê kir ku Trump xwediyê siyaseta "Pêşî Amerîka" ye û li wan biryaran digere ku ji bo gelê Amerîkayê guncav in û biland:
"Divê em xwe ji dubarekirina şaşiyên berê biparêzin lê nabe em di wergirtina dersan de jî zêdegaviyê bikin.
Tenê ji ber ku serokek di şerekî leşkerî de bi ser neketiye, nayê wê wateyê ku em nikarin careke din bikevin nav şerekî leşkerî."
Nîqaşên li ser Îsraîlê
Wî Di beşeke din a axaftina xwe de behsa wê nîqaşê kir ku di nav Partiya Komarî de li ser mijara piştevaniya Îsraîlê heye.
Vance, her çi qasî Îsraîlê wekî "hevpeymaneke stratejîk" dibîne jî hebûna nêrînên cuda diparêze û dibêje, divê guh li wan aliyan jî bê girtin ku gumanên wan li ser Îsraîlê hene.
Ev mijar piştî wê yekê germ bû ku pêşkêşkarê navdar Tucker Carlson di hevpeyvînekê de li gel Balyozê Nû yê Amerîkayê yê Îsraîlê Mike Huckabee çend mijarên hestyar anîn rojevê.
Di nav wan mijaran de kontrolkirina axê ya ji aliyê Îsraîlê ve û kirina pişkinîna genetîk hebûn.
Vance ew cureyên nîqaşan parastin û got: "Ji bo ku hevpeymaniya Trump a sala 2024an bi ser bikeve, divê em tehemulî nîqaş û nakokiyan bikin û ez bawer im ev karekî baş e."
Rudaw
