Zanayê kurd Dr. Celal Tofîq, li Amerîkayê koça dawî kir
Duh roja pênşemê Dr. Celal Tofîq, zanayê mezin ê kurd û Cîhanê li Amerîkayê koça dawî kir ku xizmeteke berçav a mirovahiyê kiriye.
Dr. Celal Tofîq, zanayê mezin ê kurd li kompanyaya General Motors û xwediyê gelek xelatên navneteweyî û weke yekem kes bataryayên elektrîkê ji bo otomobîlan pêşxistiye, ku paşê ji bo pêşxistina otomobîlên elektrîkê û hîbrîd bûye şoreşeke zanistî ya mezin.
Dr. Celal Tofîq di hemandemê de ji bilî warên otomobîlan, di warê asansor û televîsyonan de jî çend dahênan pêşkêşî mirovahiyê kiriye.
Zanayê navborî, xwendina xwe ya seretayî û navendî û amadeyî li Silêmaniyê , Hewlêrê û Kerkûkê temam kiriye û di sala 1945’an de jî, hikûmeta paşayî ya Iraqê ji bo xwendina zanîngehê şandiye Londrayê û master û dokturaya xwe li zanîngeha Calîforniyaya Amerîkayê temam kiriye.
Herwaha îro jî li Amerîkayê koça dawî kir.
Basnews
