Serokê Hikûmeta Herêma kurdistanê biryarek ji bo yekxistina hêzên Pêşmerge îmze kir
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê desthilata (îdarî, darayî, yasayî, ragihandinê) ya fermandarê fermandeyên herêmî yên Wezareta Pêşmerge îmze kir.
Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Pêşewa Hewramanî di daxuyaniyekî de ragehandiye: "Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di çarçoveya hewlên berdewam ên kabîneya nehê ji bo reform û rêkxistina hêzan de, îmze li ser desthilatên îdarî, darayî, qanûnî û têkiliyan ên fermandariyên deverên girêdayî Wezareta Pêşmerge kir.
Amaje bi wê jî kiriye: "Ev xwasteke hevpeymanan û pêkhateyên Wezareta Pêşmerge û rêkeftina stratejî bû bo yekxistina hêzên pêşmergeyên Kurdistanê û wezareta pêşmerge di vê proseyê de hewlên zêde dane.”
Herwaha ragehandiye: "Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi berdewamî piştgirî da Herêma Kurdistanê da ku hêzek yekgirtî ya Pêşmerge hebe, û ji bo vê armancê bi berdewamî hewl û piştgirî da, û ev biryara ku îro hat îmzekirin beşek ji wan hewldanan e."
Basnews
