Dije Teror û Heşda Şeibî li Bexda bi ser hevdû dadan
Li gor zanyarîyan, 23 endamên wê girûpê milîşya ya ser bi Heşda Şeibî û sê serkirdeyên wan hatine girtin.
Ajansa Royterz ya Nûçeyan aşkera kirîye, yek ji wan serkirdeyên hatine girtin Îranî ye.
Di beranber de, hêzeka taybeta Ebû Fedek Mehemdawî, serkrdeyê Ketayîba Hizbûllah bi 300 çekdaran ve hêriş kirine ser baregeha Dije Terorê û dest bi ser re dagirtine.
Di cadeyên Bexdayê alozîyeka mezin heye û girûpên ser bi Heşda Şeibî bi teqekirin û manorên otombêlan di cadeyan dizivirn.
Li gor zanyarêyên Kurdistan24ê, bi sedema wê yekê ku metirsîya şerî hebûye, serok wezîrên Îraqê daxwaza lêburînê ji girûpa Heşda Şeibî kirîye û endamên wan azad kirine.
Ketyayîb Hizabûllah yeke ji gitûpên ser bi mîlîşîya yên Heşda Şeibî, ku Emerîka wê tuhmetbar dike bi hêrişkirina ser balyozxaneya wê.
K24
