• Sunday, 08 February 2026
logo

Mistefa Kazimî: Rê nadin ti kes êrîşî Iraqê bike

Mistefa Kazimî: Rê nadin ti kes êrîşî Iraqê bike
Roja pêncşemê 25.06.2020an Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî ragigand, ew rê nadin to kesî êrîşî Iraqê bike. Herwiha amaje bi wê yekê jî kir ew hewl didin parastina sînorên xwe tûndtir bikin.

Mistefa Kazimî ligel jimareyek rojnamegerên Iraqê civiya û derbarê geşedanên dawî de axivî. Kazimî da zanîn hikûmeta Iraqê hewil dide sînorên xwe ligel welatên derve tûndtir bike û ew rê nadin ti hêzê ku êrîşî Iraqê bike. Ew destêwerdana ti aliya bo nava Iraqê qebûl nakin.

Ev daxuyaniya Mistefa Kazimî di demekê de ye ku Komara Îslamî ya Îranê û Tirkiye herêmên sînorî ligel Herêma Kurdistanê bordûman dikin.

Basnews
Top