• Sunday, 08 February 2026
logo

Parêzgarê nû yê Duhokê bi piştevaniya hemû partiyan hat hilbijartin

Parêzgarê nû yê Duhokê bi piştevaniya hemû partiyan hat hilbijartin
Elî Teter Nêrweyî bi wergirtina 27 dengên endamên Encûmena Parêzgehê, bû parêzgarê nû yê Duhokê.

Encûmena Parêzgeha Duhokê ji 28 kursiyan pêk tê û ew kesê ku îro deng neda li ser lîsta Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) bû û peyamnêrê Rûdawê ragihand wî endamî jî ji ber wergirtina îcazê nekariye beşdarî civînê bibe û deng bide.

Dr. Elî Teter Nêrweyî ku heta niha 11 pirtûkên wî belav bûne bû 12emîn parêzgarê Duhokê. Elî Teter ji Rûdawê re ragihand ku karê wî yê sereke parêzgar, “yeksanî û çespandina yasa” ye û dibêje, “bi ti şêweyekê nahêlim biçûktirîn binpêkirin di yasayan de hebe û nabe ti kesek pile û posta xwe ji bo berjewendiyên xwe bikar bîne.”

Di civîna Encûmena Parêzgeha Duhokê de ku îro, 25.06.2020, birêve çû, endamên hemû aliyên siyasî deng bi Elî Teter, weke parêzgarê nû yê Duhokê dan.

Elî Teter dengên 27 endaman wergirt ku ew jî; PDK 18 (endamekê îcaze wergirtibû), Yekgirtû 3 deng, Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) 2 deng, Goran 1 deng û Krîstiyanan jî 3 deng.

Duhok ji 27ê Gulana 1969an ve bûye parêzgar û ji 7 qeza û 24 bajarokan pêk tê. Hejmara rûniştvanên wê parêzgehê jî nêzikî 1 milyon û 500 hezar e.

Gehertina parêzgar jî di çarçova wan guhertinan de ye ku Hikûmeta Kurdistanê li parêzgehan daye destpêkirin û maweyek berî niha guhertin di postên îdareya parêzgeha Hewlêrê de jî hatibûn kirin.

Ji 25 rêveberên nahiye li sînorê parêzgeha Hewlêrê, 16 rêveberên nahiye alugorî pê tê kirin. Herwiha heta niha yekalî bûye ku 5 qayimqam jî li parêzgeha Hewlêrê tên guhertin.

Elî Teter Nêrweyî kî ye?

Elî Teter Nêrweyî sala 1968an lli devera Nêwe ya ser bi qezaya Amêdiyê ve ji dayîk bûye. Sala 1975an koçberî Îranê bû. 1979an bû endamê Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê. 2002 bû kargêrê Liqa 1 a PDKê. Ji 2011 ta 2017 Berpirsê Liqa 10 a PDKê bû. Ji sala 2017an ve Berpirsê Liqa 8 a PDKê ye.

Elî Teter Nêrweyî endamê Encûmena Serkirdayetiya PDKê ye. Doktora li ser Dîrokê heye. Profesorê alîkar bû li Beşa Dîrok a Zanîngeha Duhokê. Sala 2018 pileya profesoriyê wergirt. Xwediyê 11 pirtûkan e di warên siyasî û dîrokî de.

Rudaw
Top