• Sunday, 08 February 2026
logo

Serok Barzanî û wezîrê berevaniya Îraqê civiyan

Serok Barzanî û wezîrê berevaniya Îraqê civiyan
behsa metirsiyên terorê kirin
Duh pêncşem li Pîrmamê Serok Barzanî pêşwaziya wezîrê berevanî yê Îraqê Cume Enad Sedûn kir.

Di civînê de wezîrê berevanî yê Îraqê silav û rêzên Serokwezîrê Îraqê gehande Serok Barzanî û bi awayekî kurt behsa rewşa siyasî û ewlekarî ya Îraqê û metirsiyên terorîstên DIŞIê li parêzgehên navenda Îraqê kir.

Di berdewamiya civînê de tekez li ser zêdetir kirina hemahengiya navbera Hewlêr û Bexdayê bo rûbirû bûna terorê û bihêztir kirina çanda bihevre jiyan hate kirin.

Di dawiya civînê de Serok Barzanî hêviya serkeftinê bo wezîrê berevanî yê Îraqê xwest.
Top