• Sunday, 08 February 2026
logo

Şanda Kurdistan û Bexdayê negihiştin rêkeftinê

Şanda Kurdistan û Bexdayê negihiştin rêkeftinê
Hewlêr û Bexdayê gereke din a danûstandinan bi dawî kirin ku di encamê de ji ber mercên hikûmeta Iraqê negihiştine rêkeftinê. Bexda li şûna radestkirina 250 bermîl petrolê daxwaza radestkirina dahatên petrolê kir.

Li gor zanyariyên Rûdawê, hikûmeta Iraqê dixwaze li hember hemû dahatên Herêma Kurdistanê, tenê 453 milyar dînar bide Herêma Kurdistanê. Bexdayê daxwaz kiriye, li gel deriyê sînorî yê Îbrahîm Xelîl, deriyekî nû veke ku yekser di bin kontrola wê de be.

Her li gor zanyariyên Rûdawê, Qubad Talebanî, Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, di bersiva wan daxwazan de diyar kiriye, destûrê rê bê herêman daye siyasetên xwe yên darayî bi xwe darêjin, ne ku navend, ew ên Bexda daxwaz dike binpêkirina zelal e destûrê ye.

Hîşam el Dawid, Şêwirmendê Serokwezîrê Iraqê dibêje, “Em hemû dizanin sirûştê wan pirsgirêkan çi ye, lê ew a kun û ye û corek ji rastgoyî heye, ew jî ew e ku herdu alî pêngav ber bi pêş ve biaêvijin. Xala duyem ew e ku Herêma Kurdistanê û hikûmeta îthadî hest bi wê bikin ku di nav yek welat de ne, ew kêşeyên darayî ku navendê hene peywendî bi Kurdistanê ve jî heye.”

Faris Îsa, Serokê Nûnertiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Bexdayê amaje bi wê kir, “Em weke Hikûmeta Herêma Kurdistanê, wek çawa serokweîzr û şandên cuda ku hatine Bexdayê, me bo aliyê Iraqî diyar kiriye ku em amade ne bi her şêweyekê hevkar bin di çarçove û binemaya destûrê û bi rêyên danûstandinan hemû mijaran bixin nav guftugo û danûstandinê heta ber bi çareseriya dawîn ve.”

Di demekê de ku Kurd daxwaza cîbicîkirina maddeya 140 a destûrê û çespandina federaliya rasteqîn û bercestkirina binemayê hevbeş di hikumraniya Iraqê, lêbelê ji sala pirsgirêka budçe û mûçe jî li pirsgirêkên di navbera herdu aliyan de zêde bûye.

Rudaw
Top