Herêma Kurdistanê: Ji bo cara yekem jinek bû Seroka Dadgeha Hêzên Ewlekariya Navxweyî
Efsereke jin ji bo cara yekem dibe Seroka Dadgeha Hêzên Asayîşa Navxwe li Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê.
Wezareta Navxwe belav kiriye: "Rêber Ehmed Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê, pêşwazî li emîda mafperwer Çira Ehmed Letîf kir, ji bo ku weke Seroka Dadgeha Hêzên Asayîşa Navxwe/2 bi wekalet dest bi kar bibe.
Wezareta Navxwe herwaha ragehandiye: "Di çarçoveya bernameyên kabîneya nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê bo girîngîdana bi rola jinan di rêvebertî kirinê de, emîda mafperwer, Çira Ehmed Letîf wek yekem jin ji bo posta Seroka Dadgehê ya hêzên asayîşa navxwe derst bi kar bû.”
Herwaha wezîrê navxwe bi boneya posta wê, pîrozbahî lê kir û hêviya serkeftinê jêre xwast.
Basnews
