• Saturday, 28 February 2026
logo

Di çarçoveya pêngava ‘Efrîn Hêja ye’ de, 16 hezar dar hatin çandin

Gulan Media February 25, 2026 Nûçe
Di çarçoveya pêngava ‘Efrîn Hêja ye’ de, 16 hezar dar hatin çandin

Li herêma Efrînê pêngava berfireh a darçandinê ya bi navê "Efrîn Hêja ye" bi serkeftî berdewam dike. Duh 24ê Sibata 2026an, qonaxa duyem a vê pêngavê dest pê kir û bi vî awayî hejmara darên ku di her du qonaxan de hatine çandin, gihîşt 16 hezarî.

Pêngava "Efrîn Hêja ye" cara yekem di 12ê Cotmeha sala 2025an de, bi armanca vejandina sirûşt û jîngeha herêmê dest pê kiribû. Di wê qonaxê de hejmareke mezin a daran li derdora Bendava Midankê hatibûn çandin. Piştî amadekariyan, duh qonaxa duyem a pêngavê bi fermî hate destpêkirin, daku rûbera qadên kesk li Efrînê hîn berfirehtir bibe.

Li gorî zanyariyên ji Rêveberiya Çandiniyê û Îdareya Herêma Efrînê, bi destpêkirina qonaxa duyem re heta niha bi giştî 16 hezar dar li girên derdora Midankê hatine çandin. Hat ragihandin ku ev prose bi dawî nebûye û darên mayî yên di çarçoveya projeyê de, dê di demên pêş de bi awayekî plankirî werin çandin.

Ev xebata jîngehparêziyê bi hevkariya Wezareta Rewşên Awarte û Birêvebirina Karesatan û bi beşdariya xwebexşên Heyva Sor a Sûrî (şaxên Efrîn, Cindirês û Kaxirê) birêve diçe. Her wiha welatî û çalakvanên civakî yên Efrînê jî bi keda xwe piştgirî didin jinûve avakirina daristanên ku di salên dawî de ziyan dîtine.

Îdareya herêmê tekez kir ku pêngava "Efrîn Hêja ye" gaveke giring e bo parastina çavkaniyên xwezayî û ew ê heta temamkirina hemû amancên projeyê berdewam bin.

 

K24

Top