Behrêyn li Herêma Kurdistanê veberhênanê dike
Behreyin ji bo veberhênanê li Herêma Kurdistanê ne û dixwazin ku bi avakirina otêl û xwaringehên pênc stêrk ên bi markeyên navneteweyî veberhênanê li sektora geştiyariyê bike.
Li gor ragehandina Desteya Veberhênanê, Dr. Mihemed Şukrî Serokê Desteya Veberhênanê li gel şandeke sektora taybet li Qiraliyeta Behrêynê bi Serokatiya Eymen El-Moeyed civiya.
Di civînê de tekezî li pêşxistina pêywendiyên aborî û bazirganî û dabînkirina sûdên hevbeş bo herdu aliyan hatiye kirin.
Amaje bi wê hatiye dayîn, ku şanda Behrêynê xasteka xwe ya ji bo veberhênana li Herêma Kurdistanê bi taybet di sektora geştiyariyê de bi çêkirina otel û xwaringeha 5 stêr bi markeyên navnetewî û navçeyên niştecihî de nîşand da.
Li hember de Serokê Desteya Veberhênanê piştevaniya xwe û Fermangehên xwe yên veberhênanê ji bo şanda mêvan tekez kir.
Basnews
