195 welatiyên din bi Koronayê ketin
Êwara îro pêncşem wezareta tendirostî ya hikûmeta Kurdistanê ragihand ku îro li seraserê Kurdistanê 195 kesên din bi Koronayê ketine.
Li gor daxuyaniya han li Hewlêrê 30, li Silêmanî 100 û li Gerimiyanê 62 û li Dihukê jî 3 bi giştî 195 kes bi Koronayê ketine.
Herwiha hate zanîn ku 16 welatiyên ku bi Koronayê ketibûn canê xwe ji dest dane ku yek ji wan li Hewlêrê, 12 Silêmanî û 3 yên din jî li Gerimiyanê bûne.
