Kerkûk…Di rojekî de 123 kes bi vîrusa korona ketin
Berdevkê fermangeha tenduristiya Kerkûkê Saman Yabe ji BasNewsê re ragehand: ‘’Li Kerkûkê heta naha 922 kes bi vîrusa korona ketine û ji wan jî 618 kes li nexwaşxaneyê ne û di bin çavdêriya bijîşkî de ne û 272 kes jî baş bûne û 32 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.’’
Herwaha got: ‘’Duh 24.06.2020ê li Kerkûkê 123 kes bi vîrusa korona ketin û ev rêjeya pêketiyan a herî bilinde li Kerkûkê. Herwaha di yek rojê de 41 kes jî baş bûn û kesekî jî jiyana xwe ji dest da.’’
