Çûnûhatin li parêzgeha Hewlêrê tê qedexekirin
Biryarên Odeya Operasyonên Parêzgeha Hewlêrê ji bo xweparastina ji vîrusa Koronayê dibin. Li gor zanyariyên peyamnêrê me, çûnûhatin di nava parêzgeha Hewlêrê û parêzgehên din de heta roja 3. 7. 2020an bi tamamî tê rawestandin.
Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê duhî, desthilat da parêzgehan û îdareyên serbixwe, bi xwe rêkarên xweparastinê û ragihandina qedexeya çûnûhatinê bigirin.
Peyamnêrê K24ê dibêje, çûnûhatina otombîlan di navbera bajarê Hewlêrê û qeza û nahiyan ji piştî demjimêr 5:00 êvarê û heta demjimêr 5:00 sibê bi temamî tê rawestandin.
Berpirsên îdarî û tendurustî yên Hewlêrê tekez dikin, ji bo rewşa niha ya Hewlêrê û xweparastina ji metirsiyên vîrsa Koronayê, ragihandina qedexeya çûnûhatinê baştirîn rê ye.
Babeteke din a îro ji Odeya Operasyonan biryar li bê dayîn, li gor zanyariyên peyamnêrê me ew e, “Tevahiya bazar, dukan û cihên giştî tê girtin, lê hin cih bi mercê bicihkirina rêkarên tenduristî yên tund, rê bi vekirina wan tê dayîn”.
Li gor amarên Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê, hejmara pêketiyên Koronayê ji dawiya meha Gulana bûrî ve, rojane bi awayekî berçav zêde dibe û heta vê sibê jî li parêzgeha Hewlêrê 1 hezar û 61 kesan bi Koronayê ketine û 20 kesan jî canê xwe jidest dane.
K24
