• Tuesday, 24 February 2026
logo

HOLENDA - Jina Dêrsimî bi awayekî fermî wekî Wezîra Parastinê dest bi kar kir

Gulan Media February 23, 2026 Nûçe
HOLENDA - Jina Dêrsimî bi awayekî fermî wekî Wezîra Parastinê dest bi kar kir

 Li Holendayê piştî dan û standinên dûvdirêj hikûmeta nû sond xwar û dest bi kar kir.

Siyasetmedara Kurd a Dêrsimî Dîlan Yeşîlgoz, di kabîneya nû de li ser yek ji kursiyên herî krîtîk rûnişt û bû Wezîra Parastinê û Alîkara Serokwezîr.

Li Holendayê piştî hilbijartinên sala 2025an hevdîtinên koalîsyonê 117 rojan ajotin û bi encam bûn.

Endamên hikûmeta nû li Qesra Huis Ten Bosch a li Den Haagê li pêşberî Qral Willem-Alexander sond xwar û bi awayekî fermî dest bi kar kir.

Yek ji navên herî balkêş ê kabîneyê Dîlan Yeşîlgoz-Zegerius e ku zaroka malbateke Dêrsimî ye ku ji Tirkiyeyê koç kiriye.

Dîlan Yeşîlgoz û erka wê ya stratejîk

Seroka Partiya Gel a ji bo Azadî û Demokrasiyê (VVD) Dîlan Yeşîlgoz, di kabîneya çarem a Rutte de wekî Wezîra Dad û Ewlehiyê kar kiribû.

Di hikûmeta nû de erka "Alîkariya Serokwezîr" û "Wezareta Parastinê" girt ser xwe.

Yeşîlgoz dê bi taybetî pêvajoyên stratejîk ên wekî piştgiriya ji bo Ukraynayê û bicihanîna sozên xerckirinê yên NATOyê bi rê ve bibe.

Yeşîlgozê di parvekirina xwe ya meha sibatê de diyar kiribû ku ew dê ji wergirtina van erkan şanaziyê bike.

Redkirina seroka VVDyê ya avakirina koalîsyonê ya bi rastgirê tundrew Geert Wilders re, di nûveşikiladîna siyaseta navendî ya Hollandayê de roleke serekî lîstibû.

Rob Jetten: Serokwezîrê herî ciwan ê Holendayê

Siyasetmedarê 38 salî Rob Jetten serokatiya kabîneya nû dike.

Jettenê ku Serokê Partiya Demokratên 66an (D66) e, wekî "herî ciwan" û "yekem serokwezîrê ku nasnameya xwe ya hevzayendî eşkere kiriye" ket dîroka Holendayê.

Jetten di kampanyaya hilbijartinê de soza "vegerandina Holendayê ya bo dilê Ewropayê" dabû û li dijî tevgerên populîst bi peyameke pozîtîf serkeftin bi dest xistibû.

Hikûmeta nû koalîsyoneke kêmîne ye ku ji partiyên  Demokratên 66 (D66), Banga Demokratîk a Xirîstiyan (CDA) û VVDyê pêk tê.

Dîlan Yeşîlgoz kî ye?

Dîlan Yeşîlgoz 1977an li Enqereyê ji dayîk bûye.

Bavê wê Kurdekî Dêrsimî ye û dayîka wê jî Tirk e.

Dîlan Yeşîlgozê di temenekî biçûk de koçî Holendayê kir.

Wê 1999an di Partiya Sosyalîst de dest bi kariyera xwe ya siyasî kir û piştre beşdarî VVDyê ya rastgir a navendî bû û bi pêş ket.

Bi hestiyariya xwe ya li hemberî mijarên Kurdî tê naskirin

Dîlan Yeşîlgoz di kariyera xwe de bi hestiyariya xwe ya li hemberî mijarên Kurdî tê naskirin.

Wê her tim dianî ziman ku divê civaka navneteweyî piştgiriyê bide fedakariyên Pêşmergeyan û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ku li Îraq û Sûriyeyê li dijî DAIŞê şer kiriye.

Yeşîlgozê mehên borî di dema şerê li Sûriyeyê de bang kiribû ku divê sivîlên Kurd bên parastin.

Wê her wiha piştgirî dabû xwenîşandanên li Îranê û xwestibû ku Supaya Pasdaran a Îranê bikeve lîsteya terorê.

Yeşîlgozê piştî destbikarina xwe daxuyaniyek da û biryardariya xwe ya di serdema nû de wiha anî ziman:

"Ez li benda avakirina welatekî bihêz im ku karibe li hemberî metirsiyên îro û sibê xwe biparêze û li ser lingên xwe bisekine."

 

Rudaw

Top