• Tuesday, 24 February 2026
logo

Nûrî Malikî: Ez dê ji pêşbirka posta Serokwezîrê Iraqê venekişim

Gulan Media February 23, 2026 Nûçe
Nûrî Malikî: Ez dê ji pêşbirka posta Serokwezîrê Iraqê venekişim

Serokê Hevpeymaniya Dewleta Qanûnê û berbijarê Çarçoveya Hevahengiyê ji bo posta serokwezîrê bê yê Iraqê Nûrî Malikî ragihand: Ez dê bi ti rengan paşve nekişim. Tekez jî kir ku, çek dê tenê di destê dewletê de bin.

Serokê Hevpeymaniya Dewleta Qanûnê û berbijarê Çarçoveya Hevahengiyê ji bo posta serokwezîrê bê yê Iraqê Nûrî Malikî di çavpêkeftinekê de ji Ajansa France Pressê re israra xwe li ser mana di pêşbirka wergirtina posta serokatiya hikûmetê de ragihand.

Serokê Hevpeymaniya Dewleta Qanûnê û berbijarê Çarçoveya Hevahengiyê ji bo posta serokwezîrê bê yê Iraqê bi eşkereyî ragihand: Min bi ti rengan niyeta vekişînê nîne û ez dê dev jê bernedim.

Di peyamekê de jî ji bo Amerîkayê, ku berdewam nîgeranî ji rewşa ewlehiyê ya Iraqê heye, Malikî pabendbûna xwe tekez kir ku, di îhtîmala avakirina hikûmetekê de, kar ji bo wê yekê dike ku çek tenê di destê dewleta Iraqê de bin û diyardeya çekdarên derveyê qanûnê bidawî bîne.

Serokê Hevpeymaniya Dewleta Qanûnê li ser hestyariya têkiliyên Iraqê bi Komara Îslamî ya Îranê re jî destnîşan kir ku, "Têkiliyên Iraqê bi Îranê re li ser bingeha berjewendiyên hevpar tên avakirin, ne tiştekî din".

Malikî her di daxuyaniya xwe de ji ajansa nûçeyan a Fransayî re û di bersiva pirsekê de li ser aloziyên deverê û bandora wan li ser Iraqê piştrastî da: Em dê bi ti rengan rêyê nedin ku binpêkirin û êrîş li ser ti balyozxaneyên biyanî li Iraqê bên kirin.

Navbirî pêştir du geran (ji 2006ê heta 2014ê) posta Serokwezîrê Iraqê wergirtibû û niha serokatiya Hevpeymaniya Dewleta Qanûnê dike û yek ji qutbên xurt ên di nav Çarçoveya Hevahengiyê ya Şîeyan de ye.

 

K24

Top