• Sunday, 08 February 2026
logo

Yad Neqişbendî: Niha Korona di nav nexweşxaneyan de jî belav bûye

Yad Neqişbendî: Niha Korona di nav nexweşxaneyan de jî belav bûye
Piştî ku tûşî Vayrosa Koronayê bû, Dr. Yad Neqişbendî, gotebêjê Tenduristîya Silêmanîyê ragehand, niha Vayrosa Koronayê ne tenê di tax û kolanan de heye, lê di nexweşxaneyan de jî belav bûye, lew daxwaz li dikim heke gelek pêwîst nebe serdana nexweşxane û klînîkan nekin.

Di peyamekê de ku bi rêya mêdya ya civakî (facebook)ê belav kirîye, Yad Neqişbendî nivîsîye: Niha min nîşaneyên Koronayê heye, lê rewşa tenduristîya min cêgîre. Hevkarîya min bikin daku berdewam bim di ximetkirin û gehnadina rastîyan, wek me soz dabû we ku zelal bîn û me ew yek jî selamnîdîye.

Herweha nivîsîye: Daxwaz dikim pabenêd rênimayîyên tenduristî bin. Bi giştî ew kesên tûşbûne ji malên xwe ne derkevin ji paraztina xweştivî yên xwe.

Herweha nivîsîye: Hevwelatîyên hêja, Niha Vayrosa Koronayê ne tenê di tax û malan de heye, lê di nexweşxaneyan de jî belav bûye, lew daxwaz ji we dikim gelek pêwîst nebe seredana nexeşxaneyan û kilînîkan nekin.

Basnews
Top