Aliyên Kurdistanî li Kerkûkê tekeziyê li ser yekhelwestiyê dikin
Nûnerên piraniya partiyên Kurdistanî li Kerkûkê civiyan, daku guhertinên dawî yên siyasî û rewşa bajêr binirxînin. Di dawiya civînê de daxuyaniyeke hevbeş ji bo çapemeniyê hat dayîn.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin, hemû partiyên Kurdistanî li ser parastina mafên neteweyî yên gelê Kurd li Kerkûkê hevnêrîn in. Aliyan ragihand: "Em îro li Kerkûkê hatin ba hev, daku careke din bidin nîşandan ku em di pirsên neteweyî de yekhelwest in. Em ê bi hev re bixebitin ji bo mafên gelê me li vî bajarî bên parastin."
Herwiha spasiya dezgehên ragihandinê hat kirin ku bi berdewamî çalakiyên wan dişopînin û dengê Kurdan dighînin raya giştî. Hat destnîşankirin ku medya di nîşandana yekrêziya Kurdan de roleke sereke lîstiye.
Li Xaneqînê li dijî "Plana Demografîk" nerazîbûn
Hevdem ligel civîna Kerkûkê, li bajarê Xaneqînê jî bi beşdariya nûnerên partiyan, kesayetên civakî û çalakvanan kongreyeke rojnamevaniyê hat lidarxistin. Mijara sereke ya vê kongreyê, biryara hikûmeta federal a Iraqê bû ku dixwaze nahiyeyên "Gulałe û Qeretepe" bike qeza û wan ji Xaneqînê veqetîne.
Beşdaran diyar kir ku ev biryar ne yasayî ye û armanca wê tenê biçûkkirina sînorên îdarî yên Xaneqînê ye. Çalakvanan destnîşan kir ku Xaneqîn berê mezintirîn navçeya parêzgeha Diyalayê bû, lê piştî qutkirina Bemo, Cebare û Sediyê, niha bi qutkirina Gulałe û Qeretepeyê re, dixwazin bajar bêyî ti nahiyeyan bihêlin.
Çalakvanên Xaneqînê hişyarî dan ku ev pêngav "planeke metirsîdar e ji bo guhertina demografiya herêmê û lawazkirina pêgeha Kurdan." Herwiha wan molateke 48 saetan da aliyên peywendîdar, daku ev biryar were betalkirin û gotin: "Heke biryar neyê guhertin, em ê dest bi xwepêşandanên girseyî û çalakiyên medenî yên berfireh bikin."
Di dawiyê de bang li serkirdatiya siyasî ya Kurd û fraksiyonên Kurdistanî yên li Bexdayê hat kirin ku bi lez bikevin nav liv û tevgerê, daku pêşî li vê "perawîzxistina îdarî û siyasî" ya li dijî Xaneqîn û navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya herêmê bigirin.
Basnews
