Di teqîna li Minbicê de endamekî Asayişê canê xwe ji dest da
Li gor çavkaniyên xwecihî, mînek bi otomobîleke Asayişa Minbicê de, li nêzîk navendeke rahênanê teqiya.
Ziyanên wê teqîna destpêkê tenê madî bûn, lê dema hêzên Asayişê gihîştin cihê teqînê, bombeke din teqiya.
Di teqîna duyem de, endameke Asayişa Minbicê jiyana xwe ji dest da û 2 sivîl jî birîndar bûn.
Herêma Minbicê ji sala 2016an ve di kontrola hêzên Kurdî yên Rojavayê Kurdistanê de ye û ji aliyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk ve ji destê DAIŞê hatibû rizgarkirin.
Encûmena Leşekriya Minbicê ku ser bi HSDê ve ye, parastina herêmê dike û Encûmena Sivîl a Minbicê jî rêveberiya karûbarên sivîl ên herêmê dike û ser bi Rêveberiya Bakur û Rojhiltê Sûriyê ve ye.
Minbic dikeve başûrê rojhilatê parêzgeha Helebê û 30 km ji çemê Firatê dûr e û dikeve rojavayê wê çemê mezin.
Rudaw
