• Sunday, 22 February 2026
logo

Erdogan: Ocalan nayê azadkirin

Gulan Media February 22, 2026 Nûçe
Erdogan: Ocalan nayê azadkirin

Erdogan ji berpirsên welatê xwe re ragihandiye ku, divê ji welatiyan re bê ronkirin ku ew îdiayên behsa azadkirina Abdullah Ocalan û dayîna "mafê hêviyê" ji wî re dikin ne rast in. Herwesa daxwaza valakirina nêzîkî 30 şikeftên PKKê jî kir.

Serokê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan ji berpirsên welatê xwe re ragihandiye ku, divê ji welatiyan re bê ronkirin ku ew îdiayên behsa azadkirina Abdullah Ocalan û dayîna "mafê hêviyê" ji wî re dikin ne rast in; herwesa ji gel re bê ragihandin ku ji bo Ocalan çu rêkxistinên taybetî nayên kirin.

Rojnameya Tirkiyeyê ya nêzî desthilatê ragihand ku, Erdogan rênimayî daye ku ji raya giştî re bê ronkirin ku çu bend ji bo dayîna "mafê hêviyê" bi Ocalan di raporta Komîsyona Aştiyê de tune ne.

Rojnameya navbirî ron jî kiriye ku, di qonaxa nû ya wê pêvajoyê de "mekanîzmeka çavdêriyê" dê ji hêla serokkomar ve bê damezrandin; Armanc jê şopandin e ji bo valakirina nêzîkî 30 şikeftên PKKê ji sînorê Tirkiyeyê heta Qendîlê. Li gorî çavkaniyên ewlehiyê, heft ji wan şikeftan niha hatine valakirin.

Wê rojnameyê amaje jî daye ku, biryar e "qanûneka çarçoveyê" bê derxistin; heke derkeve, PKKê çekên xwe bi tevahî radest kirine û hebûna xwe bidawî kiriye; îhtîmal heye ku piştî van pêşketinan, qanûna cezakirina Tirkiyeyê û qanûna dijî-terorê bên edilandin.

 
 

 

Basnews

Top