Tiştê ku artêşa Iraqê li Kurdên Kerkukê dike, encama peymana Otêla Reşîd e
Şêwirmendê encumena serokatiya Kerkûk – Germiyanê yê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) dibêje ku tiştê ku li Kurdên Kerkukê tê kirin, beşek ji peymana Otêla Reşîd e. Nivîskarekî jin a Kerkukê jî tekez kir ku di peymanê de, diyare ku YNK jî razî bûye bi eşkereyî li ser berdewamiya pêvajoya Erebkirina Kerkukê li hev hatiye kirin bi hinceta ku Kerkuk bajarekî Iraqî ye, heger na çima ev hemû sûcên li dijî Kurdên li bajêr tê kirin û parêzgarê wê jî ji YNKê ye.
Ji şeva borî ve hêzên artêşa Iraqê hewl didin ku çend malên Kurdan li taxa Nevroz a Kerkukê derxînin, bi hinceta ku ew xanî yên hikûmeta federal a Iraqê ne.
Vê derbarê de Şêwirmendê Encûmena Rêveberiya Kerkûk – Germiyan ê PDKê Ehmed Gilî ji BasNewsê re ragehand: "Artêşa Iraqê derengiya şevê êrîşî malên Kurdan li taxa Newrozê kir. Piştî êş û eziyet û êrîşa li ser mala Kurdekî, piştre jî ji xaniyên wan ew derxistin. Tişta ku tê kirin li Kerkûkê tenê di dema rejîma Beis de hatiye kirin, ma ne şerme parêzgar Kurd be, lê wisa li rûniştvanan bê kirin? Tişta li Kerkûkê li serê Kurdan tê berhemê wê rêkeftina di navbera YNK û aliyên Erebî de li Hotêl Reşîd pêkhat berhemê wê ye û ji ber wê jî roj bi roj desthilata Kurd a li wî bajarî kêmtir dibe. Bi zora hêzê navçeyên Kurd vala dikin û post û peywirên hestyar ji Kurdan standin.’’
Herwaha got: "Mixabin, li ber çavên rayedar û desthilatiya parêzgar û nûnerên vî bajarî, tê dîtin ku çawa takekesê Kurd tê tepeserkirin û çawa mirov ji malên xwe têne dûrxistin. Peymana li ser Kerkûk tenê ji bo berjewendiya partiyê (YNK) bû."
Ji aliyê xwe ve, nivîskara jin a ji Kerkûkî, Eşrîn Asî Şiwanî, ji BasNewsê re got: "Li şûna ku piştgiriyê bide malên Kurdan, parêzgarê Kerkûk hatiye bahaneyan ji bo artêşa Iraqê peyda bike û bêje, "Ev reftara hin efseran bû û ne reftara artêşê ye! Yê ku nezane wisa dizane ku ev yekem care artêşa Iraqê zulmê li Kerkûkê li Kurdan dike!’’ Parêzgar her wiha îdia dike ku xelkê kevir avêtine artêşa Iraqê, ku ev jî hincetek din e ji bo ku xelk ji reftara artêşa Iraqê nefret nekin ku me dît çawa êrîşî çend malên Kurdan kirin û heta heqaret li parêzgar kirin û destûr nedan civîna çapemeniyê jî temam bike.”
Herwaha ragehand, xelkê Kerkukê berê tenê bedelê xiyaneta 16ê Cotmehê dan, niha baca peymana Otêla Reşîd jî didin, ji ber ku bi peymana Otêla Reşîd, xuya ye ku YNK razî bûye ku pêvajoya erebkirinê bi bahaneya ku Kerkûk bajarekî Iraqî ye û ne Kurdistanî ye û YNK bi vê razî bûye.’’
Basnews
