• Sunday, 22 February 2026
logo

Hêzeka ewlehiyê ya Rêveberiya Xweser gihîşt Efrînê

Gulan Media February 22, 2026 Nûçe
Hêzeka ewlehiyê ya Rêveberiya Xweser gihîşt Efrînê

Hêzeka ewlehiyê ya girêdayî Rêveberiya Xweser gihîştiye bajarê Efrînê, da ku vegera awareyan û bicihanîna hevahengiya meydanî garantî bike. 

Çavkaniyeka haydar îro (Yekşem, 22ê Sibata 2026ê) ji Kurdistan24ê re ragihand ku, hêzeka ewlehiyê ya taybet a girêdayî Rêveberiya Xweser gihîştiye bajarê Efrînê.

Li gorî zanyarên wê çavkaniyê, hatina vê hêzê di çarçoveya bizavên rêkxistina rewşa wî bajarî de û bi merema garantîkirina pêvajoya vegera awareyan ji bo warê wan e.

Wê çavkaniyê amaje jî da ku, erkê sereke yê wê hêza ewlehiyê dê çavdêriya ji bo rewşa meydanî û bicihanîna hevahengiya pêdivî be, da ku ji bo vegera wan welatiyên ku ev demeke e ji bajarê xwe dûr ketine rewşeka guncayî û ewle û peyda bike.

Çavkaniyeka taybet li roja Yekşemê (15ê Sibata 2026ê) ji Kurdistan24ê re ragihand: Di 10 rojên bê de, karwanê yekê yê awareyan ji her du bajarên Heseke û Qamişloyê ber bi Efrînê ve vegere.

Li gorî zanyarên wê çavkaniya taybet, karwanê yekê dê nêzîkî 400 malbatan vegire. Piraniya wan malbatan jî ji bajark û nahiyeyên Cindirês, Mobato û Şiyeyê ne, û ev pêvajo jî wekî parek ji planeka rêxistî ji bo bidawîanîna dosyeya awarebûnê tê bicîhanîn.

 

K24

Top