Rojnamevanekî Sûrî piştî 4 demjimêr piştî weşandina vîdyoyekê hat kuştin
Çar demjimêr piştî weşandina vîdyoyekê li ser rewşa xirab a bajarên Sûrî û avakirina hêzên çekdar li parêzgehên ku xizmeta ajandeyek biyanî dikin, rojnamevanekî Sûrî li mala xwe hat kuştin.
Rojnamevanê Sûrî Ela Mihemed duh 21ê Sibata 2026an, piştî bûyerên ku li bajarê Besrî Şam li parêzgeha Dera ya Sûriyê, li parêzgeha Derayê qewimîn û careke din navê fermandarê tugaya heştemîn a belavbûyî Ehmed Ude hate ber behsê û wî rojnamevanê Sûrî vîdyoyek li ser kanala xwe ya Youtube belav kir û di vîdyoyê de behsa rewşa xirab a Sûriyê kir.
Vê derbarê de rojnamevan Wehîd Yezbik li ser rûpela xwe ya Facebookê got ku Ala Mihemed di hundurê mala xwe de li gundê Nînî li sînorê Qerdehê li parêzgeha Laziqiyê fîşekek li ser wî dane û hatiye kuştin.
Herwaha ragehand ku kuştina Ela çar demjimêr piştî weşandina vîdyoyekê ku tê de behsa Encûmena Şûraya xelkê bajarokê Besrî Şam û girêdayîbûna dosya Derayê bi welatên herêmî û navneteweyî, bêîstîqrariya ewlehiyê û pevçûnên li Dêrezor û Şamê kir, pêk hat. Herwaha gotiye ku hikûmeta demkî pir dema xwe daye wê yekê ku bikare nîve artêşekî netewî pêkbîne, ji ber ku li her parêzgehekî hêzeke artêşê heye û herwaha hêzekî din jî heye.
Wehîd Yezbik behsa wê yekê jî kir ku di vîdyoyê de Ela Mihemed gotiye: "Piştî 14 mehan, vê hikûmetê (hikûmeta Ehmed Şera) çi bi dest xistiye? Çi dikare bi dest bixe? Ez difikirim ku tu tiştek bidestnaxe."
Di heman demê de, îro 22.02.2026ê, hunermenda navdar a Sûrî Solav Fewaxricî, mirina rojnamevan li ser rûpela xwe ya Facebookê ragihand û xemgîniya xwe ji bo çûyîna wî anî ziman.
Rewşa li Sûriyê roj bi roj xirabtir dibe, ji ber vê yekê li Sûriyê ti parêzgehek tune ku hikûmeta Ehmed Şera bi civatek an komeke çekdar re ne di nav pevçûnê de be, pevçûn wiha ne:
- Li Lazkiye û Tartûsê, di navbera hikûmeta demkî ya Sûriyê û Elewiyan de pevçûn hene.
- Li Suweydayê: Di navbera hikûmeta demkî ya Sûriyê û Durziyan de pirsgirêk hene.
- Li Derayê: Di navbera hikûmeta demkî ya Sûriyê û hêzên dilsoz ên Ehmed Ude de pevçûn hene.
- Li Reqa û Dêrezorê: Car caran pevçûn di navbera hêzên girêdayî hikûmeta demkî ya Sûriyeyê û eşîrên ereb de heye.
"Li Rojavayê Kurdistanê jî pirsgirêkên mezin hene ji ber ku artêşa Sûriyê hewl daye Kurdan qir bike."
Basnews
