Mesrûr Barzanî peyamek sersaxiyê ji Serokê Banka Navendî ya Iraqê re şand
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê peyameka sersaxiyê arasteyî Parêzgarê Banka Navendî ya Iraqê kir, ji ber koça dawiyê ya birayê wî Ebdulmunim Elaq.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 22.02.2026, li ser hejmara xwe ya tora civakî ya Xê peyamek parve kir û tê de ragihand: Ez sersaxiyê ji Parêzgarê Banka Navendî ya Iraqê Elî Elaq re dixwazim û ji dil û can hevxemiya xwe ji wî re diyar dikim, ji ber koça dawiyê ya birayê wî Ebdulmunim Elaq.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di peyama xwe de herwesa got: Ez ji Xudayê mezin dixwazim ku, canê rehmetî bi bihuşta mezin şa bike û sebir û hedarê bide malbata wî û kesûkarên wî.
Basnews
