• Sunday, 08 February 2026
logo

Wezîrê Darayî yê Iraqê: Mehane 5 milyar dolar diçe mûçeyê karmendan!

Wezîrê Darayî yê Iraqê: Mehane 5 milyar dolar diçe mûçeyê karmendan!
Wezîrê Darayî yê Iraqê dibêje, tirsa wê heye kirîza darayî ya Iraqê heta du salên din jî bidome!

Li gorî medyaya Iraqî, wezîrê darayî yê Iraqê Elî Ellawî ragihandiye, divê li Iraqê reformên berfireh bên kirin da ku rewşa aborî û darayî ya Iraqê baş bibe.

Elî Ellawî hişyarî daye û gotiye, eger wisa nebe kirîza darayî dê heta du salên din jî bidome û rewş dê zehmettir bibe.

Wezîrê darayî yê Iraqê daye zanîn, li Iraqê herî kêm 4 milyon karmend hene û gotiye, helbet ji bilî kesên xenenişîn û “bindîwar”. Ji ber wê jî mehane derdora 5 milyar dolar bo mûçe tê xerckirin!

Bi gotina wî wezîrê Iraqî, eger nirxa neftê her erzan bibe wê çaxê hikûmet dê nekaribe welêt birêve bibe!

Basnews
Top