Artêşa Iraqê li Kerkûkê xaniyê welatiyekê Kurd dagir kir
Careka din hêzeka Artêşa Iraqê li serê sibeha îro (Yekşem, 22ê Sibata 2026ê) êrîşî taxa Newrozê ya Kerkûkê kir û malbateka Kurd bi zorê ji mala wan derxist û destê xwe dana ser xaniyê wan.
Li gorî şopandina peyamnêrê Kurdistan24ê, di dema rejîma Beisê de xanîyên li taxa niha ya Newrozê ya bajarê Kerkûkê bi efserên artêşê hatibûn dayîn, lê piştî hilweşîna rejîmê û revîna efseran û malbatên wan di şerê azadkirina Iraqê de li sala 2003ê, welatiyên Kurd ên resen ên wî bajarî, ku ji ber pêvajoya erebîkirinê ji bajarê xwe hatibûn derxistin, çûne nav wan xaniyan û hin ji wan ew xanî kirîne.
Piştî 14 salan û ji bûyerên 16ê Cotmeha 2017ê ve, Artêşa Iraqê hincetan li welatiyên Kurd ên ku li nav xaniyên taxa Newrozê ya Kerkûkê dijîn digire, her navber navber êrîşî ser malên wan dike û zextê li wan dike ku wan derxe.
Xwediyê wê mala ku artêşê êrîşî wan kiriye û ew bi zorê derxistine ji Kurdistan24 re got: Ez nîv saetekê ji bo paşîvê çûm mala xûşka xwe. Heta ku ez vegeriyam, leşkerên Artêşa Iraqê derî şikandibû û çûbûn hundirê malê. Wan rê neda ku zarokên min vegerin mala xwe.
Wî herwesa got: Em nêzîkî saetek û nîvan li hewşa mala xwe rûniştin, lê wan bi şeq û boksan li min xist û çar kesan ez hilgirtim û avêtim derve. Hema bi temamî serdema rejîma Beisê hat bîra min, hîn xirabtir jî bû.
Pirsgirêka taxa Newrozê ne nû ye, pêştir jî çend caran di navbera artêşa Iraqê û xwecihên wê taxê de alozî çê bûne. Artêşa Iraqê heta niha destê xwe danaye ser pênc xaniyên wê taxê û leşker lê bi cih kirine. Her çend ji Wezareta Darayî û Wezareta Dadê nivîsar ji Wezareta Berevaniyê re hatine şandin jî ku wan xaniyan vala bike, lê artêşê ew biryar bi cih neaniye.
Basnews
