Amerîka daxwaza hilweşandina Heşdî Şeibî ji Çarçoveya Hemahengî dike
Amerîka nameyekî nû ji bo Çarçoveya Hemahengiyê re dişîne û daxwaza qutkirina peywendiyên siyasî di navbera Iraq û Îranê û hilweşandina Heşdî Şeibî dike.
Radyoya Monte Carlo ya navnetewî ji çavkaniyekî siyasî ya Iraqê ve radigehîne ku Amerîkayê nameyekî nû ji bo Çarçoveya Hemahengiyê şandiye û naveroka nameyê jî pêktê ku Iraq peywendiyên xwe yên siyasî li gel Îranê divê qut bike, herwaha grubên çekdar û desteya Heşdî Şeibî jî hilweşîne.
Li gor heman radyoyê ragehandiye, her di wê nameya Amerîkayê ya ji bo Çarçoveya Hemahengiyê de hatiye gotin, Iraq divê peymaneke hevpar a ewlehiyê û leşkerî ya demdirêj dikare bi wî awayî li gel Amerîkayê pêkbîne.
Basnews
