Hikûmeta Sûriyê daxwaz ji eşîretên Ereb kir li dijî HSDê serî hildin
Welîd el-Muelim, di prêskonferansekê de li Şam a paytexta Sûriyê, behsa helwesta welatê xwe derbarê pêşhateyên Rojavayê Kurdistanê û bakur û rojihilatê Sûriyê kir.
El Mûelim, bi tundî êrîşî Amerîkayê kir û hem rexne û hem şîretên bi gefan pêçayî li Kurdên Rojavayê Kurdistanê kirin.
Di bersiva pirsekê de, derbarê diyaloga aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê bi piştevaniya Amerîka û Fransayê, serokê dîplomasiyeta Sûriyê got, ku gazin ne ji Amerîka lê jê Kurdan tê kirin.
Welîd el-Muelim diyar kir, ku Kurdên Sûriyê “hêj di wehmê de dijîn” û got, “gazina me li Kurdan heye, hîn di wê wehmê de ne ku Amerîka dê li ser piştevaniya wan berdewam be.”
El-Muelim got, ku ew dê sibehekê ji xew rabin, ku Amerîka li herêmê nemaye.
Wezîrê Derve yê Sûriyê amaje bi hebûna Amerîkayê li ser axa welatê xwe û li Rojavayê Kurdistanê kir û Amerîka weke hêzeke dagîrker bi nav kir, ku bi gotina wî, ne cîhana Erebî û ne jî Kurd jê re giring nînin û jê re tenê berjewendiyên wê giring in.
Welîd el-Muelim li ser vê yekê got: “Derbarê tişta ku Amerîkî dikin, ev zelal e, gazin ne ji wan e, ew hêzeke dagîrker in û hebûna wan li ser xaka Sûriyê ne rewa ye. Gazin ji birayên me yên Kurd e ku heta niha di wê wehmê de ne ku Amerîka dê di alîkariya wan de berdewam be. Ez dibêjim wan, dê rojek bê ku ew sibehê ji xew rabin -ew hebûna Amerîkî nebînin. Ji ber ku Amerîka li vê navçeyê, ne berevaniyê di ber berjewendiyê xwe de dike, lê belê di ber berjewendiyê Israîlê de dike. Lewma ez dibêjin ne tu kes ji cîhana Erebî û ne jî Kurd ji bo Amerîka hîç ne girîng in. Tişta girîng bo Amerîka berjewendiya Îsraîl e û ewlehiya Israîl e. Lewma ez ji wan re dibêjim, hişyar bin, dersên rabirdû û reftara Amerîka ligel hevpeymanên xwe û devberdana bi hêsanî ji wan di dîrokê de belgekirî ne.”
Derbarê pirseke taybet bi hêzên HSDê, Welîd el-Muelim, wezîrê derve yê Sûriyê êl û eşîretên Ereb han dan, ku li dijî HSDê serî hildin û diyar kir, wê demê artêşa Sûriyê dê piştevaniya eşîretên Ereb bike.
Welîd el-Muelim wiha axivî: “Derbarê HSDê, tu dizanî ku HSD ne tenê grûpek ji birayên me yên Kurd e. Eşîret di nav de hene. Ew eşîret jî tevlî bûne yan bi sedema rikêfa Kurdan, an jî daxwaza mafên xwe dikin, an jî bi sedema mûçeyên ku tên dayin, çimkî ew nefta Sûrî didizin. Bi her hal, ez dibêjim wan, di riya we re, serî hildin û hûn ê artêşa Sûriyê li kêlek xwe bibînin. ne ku berûvajî wiha.”
Wezîrê Derve yê Sûriyê herwiha aşkere kir ku ew diyalogê bi Rêveberiya Xweser re ji bo hin tiştan dikin, ne ji bo paşeroja welat. El Muelim got: “Weke nimûne, em diyalogê li gel wan dikin ji bo derbaskirina barên genim. Em diyalogê ligel wan dikin derbarê kiryarên wan li dijî ezmûn xwendekarên lîsa û amadekarî, lê ne diyalogeke ji bo siberojê. Ew tenê ji bo kiryarên rojane ye.”
Di prêskonferansê de, wezîrê derve yê Sûriyê helwesta welatê xwe ji Yasaya Qeyser, prosesa siyasî û destûrî ya kirîza Sûrioyê û helwesta Amerîka ji serokê Sûriyê Beşar el-Esed, û herwiha pêşhateyên Lîbyayê, ragihand.
Rudaw
