Dr. Saman Berzincî: Divê qedexeya hatûçûnê were ragihandin
Di konferanseke rojnamevanî Dr. Saman Berzencî ragihand, rojane bi kêmanî 300 hemwelatî hin caran ji vê jimarê zêdetir berketiyên nû yên pêketina koronayê li Herêma Kurdistanê tên tomarkirin Lewma pêwîste careke din biryara qedexeya hatin û çûnê li seranserê herêmê were ragihandin. Berzencî got, pêwîst e qedexeya hatin û çûnê ya di navbera parêzgehên Herêma Kurdistanê weke niha bi tundî berdewam be.
Herwiha Berzincî daxwaz kir, ku dewama fermanberan li herdu kertên giştî û taybet bo demeke diyarkirî û sînordar jî were ragirtin.
Li aliye din Dr. Saman Berzincî da zanîn divê maske û lepik bi awayekî zerûrî ji aliyê hemû kesî ve were bikaranîn û pêwîste hemû kes pabendî tedbîrên tendirustiyê bin.
