Serbazekî Tirkiyê li Colemêrgê hate kuştin
Wezareta Berevaniyê ya Tirkiye da xuyakirin, li navçeya Geverê ya Colemêrgê, di dema encamdana operasyonê de, êriş li serbazan hatiye kirin û serbazek hatiye kuştin û du serbaz bi giranî birîndar bûne.
Wezaretê da zanîn, êriş li ser sînorê Îranê hatiye kirin û li deverê operasyon berdewam dikin.
K24
