Li Ormiyê şer derket – Herî kêm 3 pasdar hatin kuştin
Malpera mafên mirov ya Hengaw ragihandiye, şeva borî li gundê Kurane yê Ormiyê, di navbera pasdarên Îranê û hêzeka çekdar de, ku tê gotin çekdarên partiyeka Rojhilatî ne, şer derket.
Li gorî agahiyan, di wî şerî de herî kêm 3 pasdar hatine kuştin û şer û alozî heta niha jî didome. Gund ji aliyê pasdaran ve hatiye dorpêçkirin.
Heta niha ti partiyeka Rojhilatî ew şer negirtiye ser xwe.
Basnews
