• Sunday, 08 February 2026
logo

Li Ormiyê şer derket – Herî kêm 3 pasdar hatin kuştin

Li Ormiyê şer derket – Herî kêm 3 pasdar hatin kuştin
Li gundekî bajarê Ormiyê yê Rojhilatê Kurdistanê, di nav pasdarên Îranê û hêzeka çekdar de şer derket. Tê gotin ku herî kêm 3 pasdar hatine kuştin.

Malpera mafên mirov ya Hengaw ragihandiye, şeva borî li gundê Kurane yê Ormiyê, di navbera pasdarên Îranê û hêzeka çekdar de, ku tê gotin çekdarên partiyeka Rojhilatî ne, şer derket.

Li gorî agahiyan, di wî şerî de herî kêm 3 pasdar hatine kuştin û şer û alozî heta niha jî didome. Gund ji aliyê pasdaran ve hatiye dorpêçkirin.

Heta niha ti partiyeka Rojhilatî ew şer negirtiye ser xwe.

Basnews
Top