• Sunday, 08 February 2026
logo

Mezlûm Ebdî ji bo yasaya Sîzer daxwazekê ji Amarîka dike

Mezlûm Ebdî ji bo yasaya Sîzer daxwazekê ji Amarîka dike
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî ragihand, pêwîst e Amerîka sozên derbarê dûrxistina navçeyên wan ji bandora yasaya Sîzerê de dane wan, bicih bîne.

Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî di hevpeyvînekê bi “Dengê Amerîka” re ragihand, helbet spandina yasaya Sîzer li ser rêjîma Sûriyê, dê ziyanê bigihîne navçeyê wan, ji ber ku tevgera bazirganiyê di navbera navçeyên wan û navçeyên rêjîma Sûriyê de heye..

Diyar kir jî, nûnerê Amerîka li bakur û rojhilatê Sûriyê û Wezareta Derve û Pentagonê ji wan re tekez kirine ku bandora yasaya Sîzer li navçeyên wan nabe û got: Pêwîst e jî Washington van sozên xwe bicih bîne.

Herwiha Ebdî got, pêwîstiya wan bi piştevaniya darayî heye, heta bikarin rûbirûbûyî astengiyên ku ji encama sepandina yasaya Sîzerê derketine bibin.

Yasaya Sîzer projeyeke sizyên Amerîkî ye ji roja 17ê vê mehê ve ketiye warê bicihkirinê. Di çarçova wê yasayê de, sizayên tund li ser karta aborî ya Sûriyê, li ser desthilata Serokê Sûriyê Beşar Esed û hemû aliyên navxweyî û derveyî yên piştevaniya serbazî yên rêjîmê dikin, tên sepandin.

K24
Top