• Sunday, 08 February 2026
logo

Gundê Keşanê jî hate vala kirin

Gundê Keşanê jî hate vala kirin
di nava 8 rojan de 9 gund hatine valakirin
Di çarçoveya şerê navbera PKK û artêşa Tirkiyeyê li deverê de, gundeke din li Zaxoyê hate vala kirin.

Li gor zaniyariyên berdest, îro sêşem gundê Keşanê ya ser bi Zaxoyê jiber şer û pevçûnên navbera PKK û artêşa Tirkiye û herwiha bordiman û topbaranên Tirkiyeyê hatiye valakirin.

Bi vê awayî di navbera 8 rojan ev 9mîn gunde ku jiber şer û pevçûnan tê valakirin.

Hate zanîn ku şeva derbazbûyî balefirên Tirkiyeyê dîsa çiyayê Xantûr bi tundî bordiman kirine.

K24
Top