Babekir Zêbarî: Serokê Parlamentoya Iraqê û cîgirê wî yê yekem, wek dijmin li Kurdistanê dinêrin
Serfermandarê berê yê Iraqê amaje bi wê dike ku cureyek li irf û adet hebûye ku, Serokê giştî yê hêzên çekdar ên Iraqê ji bo Erebên Şîe û serokwezîr bi xwe fermandariyê bike, Wezîrê Berevaniyê yê Iraqê bo Erebên Sunne û serfermandariya Iraqê jî bo Kurdan be, lê ya ku duh li parlamentoya Iraqê qewimî, têkbirina wan irf û adeta bû.
Babekir Zêbarî ji BasNewsê re ragehand: “Serokatiya Parlamentoya Iraqê wek dijmin li Kurdistanê dinêre û wisa tê hest kirin ku bi niyeta tolhildanê tevdigere, wekî ku me neheqî li wan kiribe û me mûçe nedabin wan û hêz anîbe ser wan, eger ev zîhniyet neguhere, rêveberiya parlementoya Iraqê nayê dayîn, ji ber ku tiştê ku hat kirin ev bû ku dema van meqaman ji bo Erebên Şîe û Sunnî çar salên din dirêj kirin û Kurd bêpar kirin.”
Herwaha aşkera jî kir: “Bi ya min divê Amerîka gotina xwe heve, ev dana milekiye li hevsengiya pêkhateyan û naxwazin kurd di hikûmeta Iraqê de meqamên wan ê bilind hebe, ji bilî wê jî, cureyek li fêlê bûye li fraksiyonên Kurdan, ji ber ku bernameya runiştina parlamentoya Iraqê cuda bûye û bi derfet zanîne û ew xal zêde kirine û li ser parlamentoyê de sepandine; ji ber wê jî Serokomarê Iraqê jî divê wek parêzerê destûrê desthilatiya xwe bikar bîne.”
Basnews
