• Sunday, 08 February 2026
logo

Sedî 70 xercên koçberan ji aliyê hikûmeta herêma Kurdistanê ve tên dabîn kirin

Sedî 70 xercên koçberan ji aliyê hikûmeta herêma Kurdistanê ve tên dabîn kirin
Rêveberê navenda hevbeş a hemahengiya krîzan li encûmena wezîrên herêma Kurdistanê aşkera kir, li herêma Kurdistanê zêdetirî milyonekî koçber hene û sedî 70 xercên wan ji aliyê saziyên hikûmeta herêma Kurdistanê ve dabîn dibin.

Rêveberê navenda hevbeş a hemahengiya krîzan Hoşeng Mihemed ji BasNewsê re ragehand: ‘’Li herêma Kurdistanê zêdetirî milyonek koçber û penaberan heye ku 744 hezarê wan koçberên bajarên Iraqê ne û 264 hezarê wan jî koçberên Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê û Tirkiye, Filîstîn û Îranê ne li çend kamp û navçeyekî jiyan dikin.’’

Herwaha got: ‘’Berê hikûmeta Iraqê û Netewên Yekbûyî alîkarî didan wan koçber û penaberan. Lê piştî serhildana vîrusa korona alîkariyên wan kêmbûn. Sedî 70 alîkarî û xerc ji aliyê fermangeh û saziyên hikûmeta herêma Kurdistanê ve tên dabîn kirin.’’

Basnews
Top