ENKS: Tirkiye û opozîsyona Sûriyê li hember zilma li Efrîn, Girê Spî û Serê Kaniyê berpirs in
Berpirsê Nivîsgeha Yasayî ya Encumena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) Ridwan Seydo ragihand, wan wek Nivîsgeha Yasayî ya ENKSê binpêkirin û tawanên li Efrîn, Girê Sipî û Serê Kaniyê ji aliyê çekdaran ve tên kirin, kom kirin û radestî rêxistinên navdewletî kirine wek Rêxistina Lêborîna Navdewletî û Human Rights Watch.
Ridwan Seydo her wiha got, grûpên çekdar ên opozîsyona Sûriyê li Efrîn, Girê Sipî û Serê Kaniyê tawanên li dijî mirovahiyê û tawanên şer kirine, bi taybet jî li Efrînê qirkirina bikomî kirine.
Bi gotina wî berpirsê ENKAê, piştî ku beşek ji van grûpên çekdar çûn li Lîbyayê şer kirin, tekez bû ku li gor xala 47 a girêdayî Protokolê Yekem sala 1977an, ya girêdayî her çar rêkeftinên Cenêvê di sala 1945an, navê wan dibe çete, li gor yasayên navdewletî jî, li parastina yasaya navdewletî dimînin.
Li ser karê komîteya lêkolîna binpêkirinan a di navbera ENKS û Îtîlafa opozîsyona Sûriyê de hatiye avakirin de jî, Seydo got: Ew karê xwe dikin û binêkirinên dibin, belge dikin û digihînin rêxistinên navdewletî.
Bi gotina wî berpirsê kurd, Tirkiye li gor rêkeftina Lahay, wek dewleteke dagîrker tê hejmaretin û ew di ber van binpêkirin û tawanên ji aliyê çeteyan ve tên kirin de berpirsyar e û divê bi erkê xwe di warên ewlehî, aborî, civakî û di hemû warên din de rabe.
Basnews
