• Sunday, 08 February 2026
logo

Welîd Muelim: Xema Amerîka li navçeyê ne Kurd in

Welîd Muelim: Xema Amerîka li navçeyê ne Kurd in
Wezîrê Derve yê Sûriyê Welîd Muelim radigihîne, hîn jî Kurd baweriya xwe bi Amerîka tînin û Amerîka dê rojekê dest ji wan berde.

Wezîrê Derve yê Sûriyê Welîd Muelim îro di konferanseke rojnamavanî de ragihand, daxuyaniyên Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo û Şandeyê Amerîka yê Taybet bo Sûriyê Kames Jeffrey di derbarê yasaya Sîzer de derew in û ew berjewendiya gelê Sûriyê naxwazin.

Herwiha got: Armanca sereke ya Yasaya Sîzer ew e, derî li pêş terorê vebe û wek sala 2011an vegerin Sûriyê. Sûriye ho bûye rûbirûyî sizayên tekalî bibe, ku ji sala 1978an ve û heta Yasaya Sîzer di bin navên cuda de li me hatine spandin.

Li ser pêwendiya di navbera Kurd û Amerîka de Muelim got: Tiştê Amerîka li bakurê rojhilatê Sûriyê dike zelal e, ew hêzeke dagîrker e û em gazindan jî nakin ji ber ku ew dagîrker in, lê gazinde ji birayên xwe yên Kurd dikin, ku hîn wê di wê xewnê de ne ku Amerîka dê li ser piştevaniya wan berdewam be. Lê ji re dibêjim, ne wiha ye û dê rojek bê û hûnê ji xewnê şiyar bin û bibînin ku Amerîka dest ji we berdaye. Ji Kurdan re dibêjim, hişyar bin, xema Amerîka ne Kurd in, belkû xema wê parastina Îsraîl û ewlehiya Îsraîlê ye.”

Top